
Serokê TBMMê Kahraman, derbarê qetlîamên sîyonîstan yên li Filistînê de îfade kir ku, “Li ber çavê dinyayê nirxên însanîyetê yên manewî tên qetilkirin”
Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman, piştî ku Emerîka sefareta xwe ji Tel Aavîvê neqlî bal paytextê Filistîn Qudsê kir û ev yek ji teref Fîlîstînîyan ve hatibû protestokirin û qetlîamên çeteyên sîyonîst de daxuyanîyek nivîskî belav kir.
Kahraman, îfade kir ku Emerîka hiqûqê navneteweyî binpî kir û serfareta xwe neqlî qudsê kir û wiha got: “Bi vê yekê Emerîka li deverî darbeyek mezin li aştîyê xist. Ne mimkune em vê yekê qebûl bikin. Em vê yekê teqbîh û telîn dikin.”
Kahraman, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Quds ji bo sê dînên semawî jî mibareke û ev yek ji teref Neteweyên Yekbûyî û biryarên navneteweyî ve hatiyê xistin bin statuye.
“Em alema îslamê dawetî bal sekna li ber vê zilê dikin”
Kahraman, di dawîya daxuyanîya xwe de wîha got: “Li Qudsê dirama însanîyetê tê jiyandin. Li ber çavê dinyayê nirxên însanîyetê yên manewî tên qetilkirin. Divê dinya bawerî û însanîyetê li hember vê qetlîamê bi hev re bisekine. Ev qetlîam qethîyen nayê qebûlkirin. Ev tiştê îsraîl dike terorîya dewletê ye divê li hember vê yekê bêdeng neyê mayîn. Tirkîye tiştê hewceye dike û wê ji niha û pê de jî dewam bike. Em wek Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM)ê bangî alema Îslamê û temamê bawerîyên dinyayê dikin ku bila li hember vê zilm û terorîya dewlerê bêdeng nemîne û li hember vê yekê derkevin û tewra xwe eşkere bikin.” (ÎLKHA)
- Muhammed MİRDESİ
- Hangisini Daha İyi Beslersem!
- 7 Ağustos 2018- 14:04:46
- Mansur YILMAZ
- Amacımız için ne yapıyoruz?
- 7 Şubat 2018- 16:33:53
- Konuk Yazar
- Sekizimiz odun çeker, Dokuzumuz ateş yakar
- 7 Ocak 2023- 22:24:07
- Harun Yedidağ
- Sanal Bir Hayat Yaşıyoruz
- 9 Ağustos 2018- 15:46:07