Dünyada En Çok Okunan Kitap

Dünyada En Çok Okunan Kitap

Seçim Çalışmaları Tam Gaz

Seçim Çalışmaları Tam Gaz

Nur Talebelerinden Seçim Mesajı

Nur Talebelerinden Seçim Mesajı

YÜZYILIN MİTİNGİ

YÜZYILIN MİTİNGİ

REKTÖR POLAT’A VEDA YEMEĞİ

REKTÖR POLAT’A VEDA YEMEĞİ

“Xwedîbûna statûyê mafê Kurdan e jî”
  • Ana Sayfa » Gündem
  • 9 Mayıs 2018 - 15:20:03
“Xwedîbûna statûyê mafê Kurdan e jî”

Qadrî Yildirimê Parlementerê Sêrtê destnîşan kir wek her milletekê mafê Kurdan jî heye ku bibin xwedî statûyekê û xwe bi xwe îdare bikin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu berî vê çendakî derbarê çareserîya pirsgirêka Kurd û mafên ku tên îhalkirin de banga “Bo Meseleya Kurd Çareserîya Adil” kiribû. Profesor Qadrî Yildirimê Parlementerê Sêrtê derbarê bangewazîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re nirxandinan balkêş kir.

Yildirim di nirxandina ku kir de destnîşan kir dînê Îslamê di çarçoveya ziman û statuyê de mafên wekhev daye temamê neteweyan û dû re wiha got: “Di bergeha xwebixwe birêvebirinê de çawa ku Ereb, Faris, Tirk û xelkên Misliman ên din xwedî maf in, bi heman awayî Kurd jî xwedî maf in.”

“HUDA PAR bêtirs navê Kurdistanê bi lêv dike”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek akedemîsyekî Kurdê Misliman dibîne ku HUDA PAR him di teorîkê de û him jî di pratîkê de di warê pirsgirêka Kurd de gavên wêrek davêje û dû re derbarê lênerîna HUDA PARê ya di warê pirsgirêka Kurd de hest û ramanên xwe wisa bi rêz kir: “HUDA PAR bêtirs navê Kurdistanê bi lêv dike û hewil dide da ku ev mîrasa ku ji dîrokê maye neyê jibîrkirin, HUDA PAR bawer dike ku medrese di çanda manewî û neteweyî de xwedî cihekî muhîm e, HUDA PAR him wek şexs û him jî wek berhem xwedî li Klasîkên Kurd derdikeve, HUDA PAR dixwaza ku di nava pergala unîter de statuyeke maqûl ji Kurdan re bê dayîn, lewra perwerdehîya bi zimanê zikmakî ne li djî Îslam û ummetperwerîyê ye. HUDA PAR, mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî diparêze û ehemîyetê dide çapemenîya Kurdî. Divê ehemîyet bê dayîn ji bangewazîya HUDA PARê re û piştgirî jê re bê dayîn.”

“Îslam ji temamê milletan re mafên wekhev daye”

Yildirim di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Di mefkûreya Îslamî de cihekî taybet a zimanê zikmakî heye, Îslam ji temamê milletan re mafên wekhev daye. Divê di nava pergala unîter de statuyeke maqûl ji Kurdan re bê dayîn” û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê nasnameya Kurdan bê naskirin, ji wan re mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Divê ew kesên ku bi mafên Kurdan micadele dikin ne li dîjî dînê Îslamê bin; bereks li li alîyê Îslamê bin.” (ÎLKHA)

Muş nöbetçi eczaneleri
Weather for the Following Location: Mus map, Turkey
Üye Girişi
  • Kullanıcı Adınız
  • Şifreniz